11 Aralık 2013 Çarşamba

Di doza 'KCK'ê' ya Agirî de Dadgeha Bilind ceza erê kir

Di çarçoveya doza KCK'ê de 3 siyasermedarên kurd yê ku di rêjeyên cuda de ceza hatibû dayîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve cezayên wan hat erêkirin.


Li Agiriyê di sala 2012'an de di bin navê doza KCK'ê de di serdegirtinê malan de 8 siyasetmedarên kurd hatin girtin û ji wan 8 siyasetmedarên Kurd 4 jê siyasetmedaran ji aliyê 4. Dadgeha Cezayên Giran a Erzîromê ve di rêjeyên cuda de ceza li wan hatibû birîn.

Dosyaya 4 siyasetmedarên kurd şandin temyîzê û dosya li 9. Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind hat dîtîn. Dadgeha Bilind der barê Xebatkarên Navenda Giştî ya BDP'ê de bi hînceta ku "Endamê rêxistinê ye" û "Di bin navê rêxistinê de xebat kiriye" 13 sal û 6 meh ceza, ji bo Serokê BDP'ê yê Agiriyê jî bi hînceta ku "Endamê rêxistinê ye" û "Di bin navê rêxistinê de xebat kiriye" 12 sal û 6 meh ceza û der barê Nûnerê KCD'ê Îkram Ogul de jî bi hînceta "Endamê rêxistinê ye" 7 sal û 6 meh cazayê girtigehê erê kir.

Dadgeha Bilind, der barê endamê BDP'ê yê bi navê Mensur Arslanê ku bi hinceta "propaganda rêxistinê kiriye" de 2 sal û 6 meh ceza hatibû dayîn jî, biryara berdanê da.


DÎHA

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder