15 Aralık 2013 Pazar

Bazîdiyek Bi Kurê Xwe Ve Ji Bo Wanê Dicemide

Li Bazîda navçeya Agirî Bav û kur ji bo mirovên ku li Wanê diqerisin dicemidin.

Kesê bi navê Mehmet Salih Yeman û kurê wî yê 5 salî Mihemed Mistefa ji bo piştgiriya kesên ku li Wanê diqerisin, li kolanê çalekiyeka sermagirtiyê bi awayekî nîvtazî pêk anîn.


Bav û kur ê ku ji bo Kurdên Wanê di nava çalekiyê de ne, di bin sifrê 15 pîvanî sermayê de xwe nîv tazî kirin û nivîsên "WAN DICEMIDE" bi pêsîra xwe ve kirin. Mehmet Salih Yeman ku bi kurê xwe re wêneyên çalekiya xwe kişandibûn û di torbendên civakî de parve kiribûn olanekî mezin da. Mehmed Salih diyar kir ku ew her şev bi kurê xwe ve derdikevê sermayê û ji bo kesên li Wanê diqerisin ew jî sermayê dixwin û çalekiyê pêk tînin. Mehmed Salih diyar kir ku ew hêvî dike ku di demên pêş de ev çalekî bibe çalekiyekî girseyî û li himber cimidandina gelê Wanê herkes hişyariya xwe bide diyarkirin.

Herêma Agirî / Agirî

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder