17 Kasım 2013 Pazar

Pêşniyara guherandina navê Erzurum û Agiriyê

Parlementerên BDP'ê Aksoy û Tan ji bo guherandina navê Erzurum û Agiriyê pêşniyara qanunê dan meclisê.

Parlementerê BDPê yê Agiriyê Halîl Aksoy û Parlementerê BDPê yê Diyarbekirê Altan Tan ji bo guherandina navê Erzurum û Agiriyê pêşniyara qanunê dan meclisê. Di pêşniyarê de dixwazin ku navê Agriyê bibe Agirî, navê Erzurumê jî bibe Erzerom.


Di pêşniyara qanunê ya Aksoy û Tan de xêncî guherandina navê her du bajaran daxwaza guherandina navê navçeyan jî heye.

AA

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder