29 Kasım 2013 Cuma

Li Tûrgûtlû û Patnosê salvegera damezirandina PKK’ê hat pîroz kirin

Li navçeya Manîsayê Tûrgûtlûyê û ya Agiriyê Patnosê bi şahiyan salvegera damezirandina PKK’ê hat pîroz kirin.

Li navçeya Manîsayê Tûrgûtlûyê Rêxistina Navçeyê a BDP’ê 35.salvegera damezirandina PKK’ê li salona Govendê a Şaredariyê bi şahiyekê pîroz kir. Di şahiyê de girseyek qebalix amadebû û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin.


Şahiyê bi rêzgirtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê Serokê BDP’a navçeyê Salahattîn Dagli axivî û da diyar kirin ku PKK tevgerekî ya ciwanane. Dagli destnîşan kir kesên ev tevger dayîn destpêkirin ji berjewendiyên ferdî durin ji vê zêdetir azadiya civakê ji xwe re bingeh girtîne. Piştî Dagli Serokê HDP’ê yê bajarê Manîsayê Abdurahman Aras jî axivî û got: “Salgera damezirandina PKK’ê a eserê Birêz Ocalan ya bê mirin  pîroz be.”

Aras got: “ Em jî soz didîn ku heya dawiyê ji bo  xwedî li vî berhemê ku şehîdan û Birêz Ocalan ji gelan re hiştî têkoşînê bidîn meşandin.”

Di şahiyê de bênavber sloganên  "Bijî serok Apo","Silav silav ji îmraliyê re hezar silav", "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Rojava" di hatin avêtin.

Şahiyê heya saetên derengiya şevê bi komên mizûkên herêmî dom kir.

Li Agiriyê jî ciwan li ber avahiya Rêxistina Navçeya Patnosê a BDP’ê  kom bûn û 35. Damezirandina PKK’ê pîroz kirin. Di dema pîrozbahiyê de fîşekên hewayî hatin avêtin.

ANF

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder