29 Kasım 2013 Cuma

Li Giyadînê Polîs bi zorê ketin malan, li Patnosê jî kesek girtin

Li Giyadîn û Patnosa Agiriyê hêzên tîmên taybet û leşkeran avêtin ser malan. Li Giyadinê hêzên tîmên taybet û leşkeran avêtin ser mala Endamê Meclîsa Şaredariya BDP'ê yê bi navê Ahmet Îdaci û birayê wî Yakup Îdaci.Li Patnosê jî Erdal Uçak hat girtin.


Li Taxa Ataturka Giyadina Agiriyê şevê din hêzên tîmên taybet û leşkeran avêtin ser mala Endamê Meclîsa Şaredariya BDP'ê yê bi navê Ahmet Îdaci û birayê wî Yakup Îdaci. Polîs û leşkeran tax dorpêçkir û di malan de lêgerîn pêk anî tu kirar nekir û ji malan veqetiyan. Ahmet Îdaci serdegirtin wiha vegot: "Ez û zarokên xwe li malê rûniştibî bûn. Ji nişkave bi dehan polîs û tîmên taybet û leşker zor li derî kirin û ketin malê. Di heman demê de bi ser mala birayê min yê mala wî li rexmeye de girt. Zarokên min tirsiyan min bertek nîşandan. Ji ber ku ez di BDP'ê de siyasetê dikim rastî van kiryaran têm. Di sala 2012'an de bi heman awayî li ser mala min de girtin û ji min re gotin 'Gerilla hatinin mala te' dema tiştekî nedîtin mal ser û binê hevkir û derketin."

Îdaci diyar kir ku wek dagirkerî bi ser mala min de girtin ji ber vê ezê di der barê wan de serlêdana suc bikim.

Li Patnosê jî welatiyê bi navê Erdal Uçak bi hinceta ku di der barê wî de biryara girtinê heye hat girtin şandin girtîgehê.

Uçak yê ji Milazgirta Muşê li Patnosa Agiriyê diçû nexweşxaneyê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û piştre jî hat girtin. Uçakê ku hat girtin şandin Girtîgeha Tîba F a Wanê. Li gorî agahiyan Uçak ji ber dozek berê ya ku 5 sal û 6 meh ceza xwari bû ji aliyê darazêve hati pesend kirin ji ber vê yekê hatî girtin.

Dîha

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder