24 Kasım 2013 Pazar

Li Agiriyê Komeleya Evdalê Zeynikê hat damezrandin

Komeleyeke çandî ya bi navê dengbêj û hozanê kurd ê navdar Evdalê Zeynikê li Agirîyê hat damezrandin.

Piştî lêkolîn û lêpirsîneke berfire ya lêkolîner Fehmî Atmaca, îsal ciyê gora Evdalê Zeynikê li gundê Dutaxê li Melehesen hatibû destpîtkirin, û gora Evdalê Zeynikê ji aliyê hin welatparêzan ve ji nû ve hatibû çêkirin. Hingê di nav komek kesên welatparêz da, fikra avakirina Komele yan jî weqfek a bi navê Evdalê Zeynikê pêşda hatibû û piştra wan dest bi xebateke weha kirin. Di roja çarê mijdarê (04.11.2013) de komele bi awayekî fermî hat damezrandin.


Li gor dazana damezrênerên komeleyê, armanca komeleyê parastin û pêşdabirina kevneşopîya Evdalê Zeynikê û hunera dengbêjîyê ye. Ew ê, ji siyaseta partîyî, ji dîtinên dînî û îdelojîk dûr û serbixwe; tenê wek saziyeke çanda neteweyî bixebite. Di bernameya xebatê de hatiye diyarkirin ku, komele wê "Mala Dengbêjan" cîyekî taybet ji bo kombûn û çalakiyên çandî veke û têxe xizmeta dengbêj û muzîkjenan. Hêvî ew e ku nifşên (nesîl) nû yên berê li vira bêne ba hev, bi hevra bidin û bistînin û ji hevdu sûdê wergirin.

Damezrênerên komeleyê ev kesana ne : Fehmi Atmaca, Mahmut Çamlıbel, Haluk Öztürk, İbrahim Kutlu, Necip Yılmaz, Mehmet Taşer (dengbêj), Selahattin Kaygusuz (dengbêj) ve Cesim Eytemiş (dengbêj)

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder