27 Kasım 2013 Çarşamba

Destpêka Kurdayetiyê

Komara Tirkiyê qaşo Kurd li vê walatê najîn hat avakirin, bi baweriya Kurdê jî wê Tirkbuyînê qebul bikin hat avakirin.

Pişti damezirandina Komara bê Kurd, Kurdan qêriya "Em Kurdin!" Hêzên desthilatdar dest bi kuştinê, koçberkirinê, komkujiyê, asîmîlasyonêkirin..


Bi komkujiya Agirî, Zîlan, Dersîm û Roboski hewdizanibûn wê Kurdan bi kuştinê bitirsînin!

Ne Kurdan bi qelandinê, kuştinê xelaskirin ne jî bi Kurdan Tirkbuyînê dane qebulkirin!

Kurdan bersîv da: Ala we heye, zagona we heye, zimanê we heye lê ên me tunenin! Em jî al, statu, nasname, ziman, perwerdeya bi Kurdî dixwazin!

îro bi qasî ên ku dibêjin dewlet a Tirkane, angorî wana ên dibêjin em jî dewleta Kurd dixwazin hene, ji ber ku Kurd zef hatine êşandin, xapandin wisa tê xwuya êdî Tirkiyeyîbuyîn jî têr nake!

Ji ruyê ên wekheviya Kurdan qebulnekirin me Kurda pir zehmetî kişand, warê me hatin şewitandin, zarokên me hepis dît, gelê Kurd di bin komkujiyan de derbasbun!

Bi dehan car sifra ber me li me bu jehr, di nav hêstiran de me qotên xwe dixwar, lê ne diçû xwarê di qirikan de ber me dima... Berme dibu jehr...

ji ber ku di vê şerê qirêj de qet nebe her yekî ji me an xwişk-bira, an xarzî-birazî, an ap-xal, an heval-hogirekî xwe windakiribu! ... û diketin bîra me...

Piştî tekoşîneke bê hempa, gelê Kurd bi serbilindî dibêje "Ez Kurdim", "Perwerdeya bi zimanê zikmakî dixwazim", "statu dixwazim"

Cejna vejînê, roja destpêka lehengî û mêrxasiya Kurdayetiyê pîroz be!

Mustafa OZER / Bazîd - Agirî

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder