24 Kasım 2013 Pazar

BDP; Em nêzin ku li navendên Agirî, Çewlig, Bedlîs û Mûşê serbikevin

Alîgirê Hevserokên BDP’ê Demîr Çelîk, diyar kir ku ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî eleqeyeke gelekî mezin li hemberî partiya wan heye û got ku ew jî di vê çarçoveyê de xebat dimeşînin û armanc dikin ku hejmara şaredariyên xwe 2 qat zêdetir bikin. Çelîk got ku bi vî rengî dixwazin bingeha civaka demokratîk, ekolojîk û exlaqî ava bikin..




Alîgirê Hevserokên BDP’ê û parlamenterê bajarê Mûşê yê Bakûrê Kurdistanê Demîr Çelîk ku ji rêveberiyên herêmî berpirsiyar e, derbarê amadekariyên hilbijartinên şaredariyan, serîlêdanên bernamzetan û pergala hevşaredaran de pirsên wiha axifî;

"Niha 101 şaredariyên me hene. Lê bi guherîna qanûna bajarên mezin re 22 şaredariyên me ji dest derdikevin. Yanî ev hêjmar dê di 30’ê adara 2014’an de bibe 79. Di sala 1999’an de 37 şaredariyê me hebûn. Di 2004’an de ev hêjmar bu 56, di sala 2009’an de jî bû 99. Ji ber vê yekê di 30’ê adara 2014’yan de em li bendê ne ku 79 şaredariyên xwe derxînin nêzî 2 qatan. Yanî ji 115’yan heya 140 şaredariyî em li bendê ne bigirin."

"Xeta kesk ku Erzerom, Mereş, Dîlok, Elezîz û Semsûr ji Botanê, Behdînanê û Amedê qut dike heye. Heya niha li van deran temsîliyeta me ya siyasî çênebuye. Lê di vê hilbijartinê de derdora 20 şaredariya em ê bi dest bixin. Dîsa li Erdexan, Îdir, Qers, Agirî, Mûş, Çewlig û Bedlîs şensê me yê ku em biserbikevin heye. Dîsa em nêz in ku li navendên Agirî, Çewlig, Bedlîs û Mûş jî di vê hilbijartinê de bi serbikevin."

(HAWAR NET)

1 yorum: