29 Kasım 2013 Cuma

Balîfên ku çêdike malan û quncikên rojhilatê dixemilînin

Li Agiriyê Reşat Taşdemîrê 75 salî balîfan ji qamîşê çêdike. Bi vî awayî him nostaljiyê û him jî li dijî teknolojiyê karê xwe vedijîne.


Taşdemîrê ku li navenda bajêr jiyana xwe berdewam dike, li îmaletxaneya xwe balîfan çêdike, balîfên ku Taşdemîr çêdike malan û quncikan dixemilînin. Taşdemîr qamîşên ku ji Bazîdê tîne dike qalib û bi mengeneyê dişidîne û bi vî awayî balîf şiklê xwe digire.

Taşdemîr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Agiriyê hosteyê vî karî tenê ew e û bi teknolojiyê re ev kar ji holê radibe.

Taşdemîr desnîşan kir ku piranî li gundan ev balîf tên bikaranîn û wiha axivî: "Ev huner ji bo min girîng e. Min salên xwe dane vî karî. Emrê min derbas bû lê dîsa jî vî karî dikim, çimkî jê hez dikim. Edî bi saya teknolojiyê balîf tên çêkirin û ez li dijî vê hewl didim. Zêde neyên firotin jî debara xwe pê dikim."

Taşdemîr destnîşan kir ku balîfên ku çêdike di navbera 15-30 lîreyî de difiroşe.

AA


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder