14 Temmuz 2013 Pazar

Gora Şa’ir û dengbêjê kurda yê evsanewî Evdalê Zeynikê hat tesbîtkirin

Mezelê helbestvan û dengbêjê kurdan ê navdar Evdalê Zeynikê li gundê Melehesen a Dutaxê (Entab)/Agirî hat despîtkirin.

Li ser pirs û lêgerîna lêkolîner Fehmî Atmaca, gelek kesên herêmê derbarî ciyê gora Evdal de bê şik û bê teredud agahdarî pêşda anîn ku li gundê Melehesen e. Melehesen nêzîkî gundê Cemalverdî ye. Wek tê zanîn Evdal li gundê Cemalvêrdî ji dayîkbûye.


Mele Mistefa Bilici (80 salî) lawê Mele Qasim ku xelkê vî gundi bûye (di Şerê Cïhanê Yekemîn da 25 salî bûye) vê dîtinê piştrast dike. Li gor salixdana Bilici, bavê wî Mele Qasimê rehmetî her car ku hatiye ser mezelê jina xwe (diya Mistefa) li wir li ser gora Evdal jî dua xwendiye. Lewma Mele Mistefa mezel nasdike û nîşan dide.

Wek tê zanîn nivîskar-lêkolîner mamosta Ahmet Aras jî derbarî Evdalê Zeynikê de hin agahdariyên hêja wek pirtûk belavkiribûn. Di wê pirtûkê de ciyê gora Evdal li gundê Qanciya Qereyaziyê hatibû diyarkirin. Aras li gor gotina nevîçirkekî Evdal ku li vî gundî dijî nivîsandibû.

Lê, Fehmi Atmaca yê ku li ser dengbêjiya kurdî û Evdalê Zeynikê xerîk e, dibêje: “Wexta me di pirtûka kek Ahmet Aras da xwend ku gora Evdal li gundekî Qereyaziyê ye, em şaş û metel man. Me dizanibû di vir da şaşiyek heye, ji ber ku me ji mezinên xwe bihîstibû û mezinên me jî ji mezinên xwe bihîstibûn ku gora Evdal li gundê Melehesena Dutaxê ye. Gelek kesên rîspî û salmezinên herêma Agirî gundê Melehesen destnîşan dikin. Ya herî giring rîspiyekî wek Mele Mistefa Bilici ne tenê gund, lê herwisa di nav mexberên gun de ciyê gora Evdal jî destnîşan kir. Min li goristana Melehesen bi amadebûna seyda Mele Mistefa, Dengbêj Memoyê Agirî û hin hevalên din, ciyê mezelê hozanê mezin Evdalê Zeynikê bi wêne û video wek dokument hilda. Hêvîdar im em di wextekî nêzîk da jêra mezelekî tekûz û layîqî wî ava bikin. Ew sembolekî mezin ê çanda me ye”

Di merasima destnîşankirina gora Evdalê Zeynikê da, dengbêj Memo li ser gorrê kilameke Evdal stra. Li vir nivîskar û mamostayê kurmanciyê Haluk Öztürk jî amade bû û wî jî derbarî vê yekê de hin dîtinên xwe parvekirin. Ew jî xelkê Melehesen e, û zarokatî û xortaniya xwe li vîî gundî derbas kiriye.


Reşat Heliz/ Dengê Kurdistan - Agirî


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder