9 Ağustos 2012 Perşembe

Xwedawenda azadiyê Sema Yûce


Wê rojê ez pir westiya bûm. Ji kûrahiya canê min jan diçû, careke din çavên min şil bûbûn û lê ew dem tu hate bîra min… Ez pir li te digeriyam û min gelek pirsa te kir. Lê gotin em nizanin. Mixabin min nedizanî ku Sema navê xwe kiriye agir. Ez wekî dîna li te digeriyam… Kolan bi kolan ketim, lê dema min tu dîtî wê demê hêdî agir gur bibû. Te jiyan bi xweşikbûna xwe xemiland wekî gula biharê…


Rihê Semayê di nava azadiya mirovahiyê de û wekî pirpirîkê difiriya li ser ezmanê welatê min. Tu bûyî giyaneke cuda û êdî navê Semayê her tim li ser zimanan bû. Dema ku bi bîr tînin bi hezaran dil ji ber te diêşin. Rondikên çavan bê gazinc mîna rûbaran diherikin.

Hevala min, bi rastî gotinên te tu carî ji bîra min naçin. Her tim di xewnên min de min hişyar dikî. Sema ji jiyana me re bû mînak. Rojek hişê min ne li serê min bû ez gelekî xemgîn bûm. Dema ku serê sibê em diçûn silavdayîna şehîdan, xebera te ji me re hat. Tîna agirê te em germ dikirin. Ez rûniştim û bêdeng mam. Deng ji min dernediket. Ew dem min nedizanî ku hevala Sema bi kûrahî agirê xwe tevî agirê azadiyê kiriye. Agirê te bala min kişand û dilê min şewitand. Min li ber televîzyonê li wêneyên te mêze dikir û di çavên te de hêviya jiyanê hebû.

Biriqandina di hundirê çavên te de, mîna stêrka li ezmanan xwe sipart heyvê û li dora heyvê semah girtibû.

Di despêkê de min nexwest ku ez ji vê yekê bawer bikim. Lê belê niha ez di wê baweriyê de me ku hemû heval wê bersiva te bidin. Min nekarî ez te zû bi zû fêm bikim. Lê piştî wê ez gihîştim kûrahiya rastiya jiyanê. Tê bersiva sereraskirina jiyanê bi canê xwe da. Ji ber ku hezkirina ji bo welat beriya hemû tiştî ye. Te bi bîr xist ku bedelê azadiyê bi canê xwe da.

Dem derbas dibû. Em rabûn û meşiyan ber bi derketina rojê re. Hevala Sema ji derûniya mirov fêm dikir. Ezmûna pêşerojê ye. Helwesta hevala Sema bi xwe ezmûnek bû. Ew bû hevkariya di navbera azadiyê û jiyanê. Evîndar û rêwiya riya dirêj.

Wekî evîndarekê ez li benda te me. Lê tu çûyî û te ez bi tenê hîştim. Lê ez dîsa li te digerin da ku ez te bibînim, biçim û bigihînim zozanên dilê te. Bi xwedawendan re di civata sirûştê de keça agir li wir rûniştiye.

Xwedawenda azadiyê Sema, ji bo ku em bibin bersiva demê divê bigihîjin rastiya hevala Sema. Her dilê reşbûyî divê bi rastiya Semayê ronî bibe.

Beritan Viyan

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder