3 Ağustos 2012 Cuma

Salek û 6 meh ceza li şaredar û alîgirê şaredarê BDP'î birîn

 AGIRÎ (DÎHA) - 2'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Bazîdê li Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz û Alîgirê Şaredar Mehmet Babayîgît bi hinceta tev li meş û xwepêşandana bûne salek û 1 û 6 meh cezayê girtîgehê birî.


2'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Bazîdê li Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz û Alîgirê Şaredar Mehmet Babayîgît bi hinceta tev li meş û xwepêşandana bûne salek û 1 û 6 meh cezayê girtîgehê birî. Korkmaz û Babayîgît di 24'ê Nîsana 2011'an de tev li meşa Konê Çareseriya Demokratîk bûye. Ji ber vê yekê der barê wan de doz hate vekirin û rûniştina dozê li 2'emîm Dadgeha Asliye Ceza hate dîtin. Heyeta dadgehê der barê Korkmaz û Babayîgît de bi îdîaya "Li dijî zagona meş û xwepêşandanan a hêjmar 20911'an derketine ceza birî. Heyetê ji bo Korkmaz û Babayigit salek û 6 meh cezayê girtîgehê birî. Mehmet Babayîgît di 6'ê Kanûna 2011'an de di operasyona bi navê KCK'ê li Bazîdê pêk hat hatibû girtin û niha li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê ye.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder