14 Ağustos 2012 Salı

Li Agirîyê Ziyareta Rûyê Hezretî Pêxember

 Li Agrîyê, di Mizgefta Navendiya ku mizgefta herî mezin, a li bajêr Lîhyeyê Şerîf ji bo ziyareta gel hate vekirin

Li Agrîyê, di Mizgefta Navendiya ku mizgefta herî mezin, a li bajêr Lîhyeyê Şerîf ji bo ziyareta gel hate vekirin. Li Agirî yê wek her sal îsal jî şeva ku Quran’a Pîroz tê de nazil bûye ango Şeva Qedrê de Lîhyeyê Şerîf ji aliyê hezaran kesan hate ziyaret kirin. Kesên ku bo ziyaretê hatibûn mizgeftê bi coş û heyecanek mezin ve li ber derê mizgeftê ketin rêzê.


Ji navçeyan û gundan bi hezaran kes piştî nimêja terawîhê bi saetan rêzê de sekinîn da ku bikaribin Lîhyeyê Şerîf (Rûyê Hezretî Pêxember) bibînin.

Jiber ku bi hezaran kes hatibûn bajêr hêzên ewlehiyê ji bo ku gengeşî dernekeve holê xebitîn. Her wiha gelê Agirîyê eleqeyeka mezin nîşanî Lîhyeyê Şerîf da û wek her sal îsal jî hetanê serê sibehê Qur’ana Pîroz wê bê xwendin, nimêjê bê kirin û selawetên li ser Pêxemberê me bêne gotin.

Ziyaretkirina Lîhyeyê Şerîf her sal Şeva Qedrê de, di Mizgefta Navendî de tê kirin. Gel ji ber dîtina rûyê Hezretî Mihemed (saw) kêf xweş bûn.



Çavkanî: Malpera Dengê Agirî

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder