28 Ağustos 2012 Salı

Halil Savda yê Agiriyî wê ji Roboskî heta Enqera bimeşe


Halil Savda wê 40 rojan bimeşe

Hewlêr (Rûdaw) - Redkarê Wijdanî û Çalakgerê Mafê Mirovan Halil Savda wê ji 1ê êlûnê û pê de dest bi meşek dirêj bike. Meşa Savda wê ji gundê Roboskî yê ku di dawiya sala par de 34 Kurd di encama balafirên şer ên Artêşa Tirk de hatibûn kuştin destpê bike û piştî derdora 40 rojan li paytexta Tirkiyeyê Enqerê biqede.


Halil Savda di derbarê armanca çalakiya xwe de ji Rûdawê re axifî û diyar kir ku ew dixwaze bi vê meşê li her bajarê tê re derbas bibe behsa aliyên neyînî yên wiha berdewam kir: "Bajarên ez tê re derbas bibim ez ê daxuyaniyên çapemeniyê bidim û aliyên neyînî  yên şer bînim zimên. Ez dixwazim behsa karesatên şer yên windakirina kesan û kuştina zarokan bikim. Xwasteka min ew e ku ev şer bisekine û aştiyek mayinde pêk were."

Kesên din jî dikarin tevlî meşa dirêj bibin

Di derbarê ka wekî encama çalekiyê wê ew li Enqerê hevdîtinan bi rayedarên dewletê re jî pêk bîne, Savda diyar kir ku armancek wî ya bi vî rengî nîn e û wiha pê de çû: "Armancek min a li Enqerê hevdîtinan bi rayedarên dewletê re pêk bînim nîn e. Ez ê li wir daxuyaniyekî bidim. Enqere biryara vî şerî dide û tiştekî ji bo aşiyê nake. Armanca min ne ew e ez herim wan yeko yeko bibînim lê belê ger hinek bixwazin bi min re rûnin, bêgûman ez ê nebêjim na. Dixwazim li Enqerê bi rêya çapemeniyê û komeleyên mafên mirovan banga xwe ya aştiyê bikim."

Savda herwiha destnîşan kir ku ew ê tenê bimeşe lê belê ger kesên din jî bixwazin ji bo demekî bi wî re bimeşin, ew ê kêfxweş bibe. Di derbarê pirsgirêkên ewlekariyê yên muhtemel ku dikarin di rê de rû bidin jî, ew wisa axifî: "Ez hêvî dikim pirsgirêk çênebin. Ez ê ji Roboskî heta Enqerê di navçeyên derûniya wan ji hev cuda re bimeşim. Ez bawer dikim wê tiştek neyînî çênebe. Di vî warî de hêviya min heye"

Di çarçoweya rewşê de wê her roj 30 km bimeşe

Redkarê Wijdanî Halil Savda di warê birêveçûna meşa xwe ya dirêj de jî wiha axifî: " Ez dixwazim her roj derdora 30 km bimeşim lê belê ger astengî derkevin û tenduristiya min rê nede, ez ê dirêjiya meşa xwe ya rojane kêmtir bikim. Di rê de ku gundek yan cihekî din ê ji razanê re guncav hebe, ez ê li wan deran razim. Herwiha di rewşên awarte de ez ê ji bo razanê tûlûmê xwe yê xewê bikarbînim. Havîn e û dinya germ e. Ji Roboskî heta Rihayê wê zehmet be lê ji Rihayê û pê de wê bibe nîvê îlonê û rewşa hewayê wê baştir bibe. Ji ber germiyê dixwazim di destpêkê de bi taybetî danê sibihan û danê êvaran bimeşim. Dema rewşa hewayê xweş bû, ez ê êdî bi asayî di nava rojê de bimeşim."

Li ser pirsa ka gelo di rê de dikarin pirsgirêkên yasayî yên fermî derkevin jî, Savda wiha got: "Li gor zagonê kesek bixwaze bimeşe û here derekî pirsgirêk tune ye û bawer nakim kesek bêje min çima tu dimeşî." Halil Savda di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku komelên mafên mirovan ji vê çalakiya wî agahdar in û ew ê di demek kurt de deklarasyonekî ji çapemeniyê û raya giştî re biweşîne.



Halil Savda kî ye?

Redkarê Wijdanî û Çalakgerê Mafê Mirovan Halil Savda di salên 1990an de bi îdiaya endametiya PKKê bi 14 sal û 7 mehan hate cezakirin. Piştî Savda hate berdan, wî red a xwe ya wijdanî ragihand. Ji wê demê û pê de ji ber neçûyîna leşkeriyê û îdiaya ´sarkirina gel a ji leşkeriyê´ gelek caran hate girtin û heta niha derdora 17 mehan di girtîgehên cuda de maye. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê herî dawî dewleta Tirkiyeyê ji ber dadgehkirina Savda ne adîlane pêk aniye bi zêdeyî 12 hezar euro ceza kir.


Zekî Ozmen

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder