27 Ağustos 2012 Pazartesi

Çira Agirî Derbarê Alên Kurdî Seminerek da


Îro li Komeleya çandî û hunerî ya Agirîyê Çirayê de, endamê Çirayê yê bi navê Qazî Muhamed di derbarê alên Kurdî de semînerek lidarxist


KOMELEYA ÇIRAYÊ DI DERBARÊ ALÊN KURDÎ DE SEMÎNEREK DA

Îro li Komeleya çandî û hunerî ya Agirîyê Çirayê de, endamê Çirayê yê bi navê Qazî Muhamed di derbarê alên Kurdî de semînerek lidarxist. Alîkarê serokê giştî yê HAK-PAR'ê Celal Yildiz jî beşdarî semînerê bû. Di semînerê de qala dîrok û cureyên alên Kurdî hate kirin. Bi taybetî jî li ser ala Mahabadê ala Komara Agiriyê û ala Medan ve hate sekinandin.


Di serî de li ser alaya Kurdistana îroyîn û alaya Medan de axaftin hatine kirin û her kesî fikr û ramanên xwe yên di derbarê alên Kurdî de got. Piştî gengeşiyan al nîşanî beşdarvanan dan û di derheqê wê de axivîn.

Di dawiya semînerê de jî di derheqê alayên Kurdî yên sedsalên 19 mîn û 20 mîn de (Qoçgirî, Kurdistana Sor, Agirî û alaya Mahabadê) axaftin hatine kirin. Û ew alayên Kurdî nîşanî beşdarvanan dan.

Semîner bi pirsên beşdarvanan û bersivên Qazî Muhemed ve bi dawî bû.

DKM HABER / AGİRÎ



Hiç yorum yok:

Yorum Gönder