31 Ocak 2012 Salı

Kilameke Agirî / Ağrı Kılamı

Dengbêj Nîhatê Agirî - Yar Meyro (Kilama Qerekosê)



YAR MEYRO



Yar yar yar yar yar yar
Yar yar yar yar yar yar
Yar yar yar Meyro, qîzê Meyro min yalîkir te yalîkir
Min û Meyroka xwe, me ji xwe ra laqirdî kir
Kotiyê Mêrê Meyroka min, tirsa newêribû were hindir, çû cem ceza reîsî fesadî kir
Digotin ji ceza reîsî re gotiye min dît ku Ûsê sê caran ser çavê Meyroka min paçî kir
Îja digot ceza reîsî wexta derdê qîztanî û xortaniyê dîtîbû,
Digo: qîz û xortin ji xwe re laqirdî kirine,
Ez xwînî me Meyro, Axx mirîme Meyro
Xwînî me Meyro ax
Ezê nexwaşim, nexwaşê ber destê hekîmî Serhedê,
Ezê qaçax û firarim mehkûmim girtî me,
Li kela Bazîdê girtî me, bê xweyî me,
Ser hatina Meyroka xwe dilekî na heft dila bengî me.

De yar yar yar yar yar,
Yar yar yar yar yar Meyro,
Qîzê Meyro de îja tu rabe vê sibê ez nexwaşim,
Ez dimirim, mirin emrê Xwedê ye
Hûnê min çalkin ser rêya Qerekosê (Agirî)
Kêlikê min çelkin ji kevirê reş ji deşta vala
Bira werin ser serê min re derbas bin herin bê bavê barîvana
Îja digo bira wî çaxî Xaliqê Mewla Rebê Alemê,
Mîrê Mîran rihekî bîne têxe qalikê vala,
Ez mirîme Meyro, Ax mirîne Meyro
Nemînim Meyro, ezê nexwaşim
Nexwaşê ber destê Hekîmê Serhedê
Êzê qaçax û firarim kela Bazîdê girtî me
Ezê bê xweyî me, dilekî na hef dila ser Meyroka xwe bengî me.

Herêm: Agirî.
Kilam Dengbêj Nîhatê Agirî gotiye lê baş nayê zanîn kilam ya kî/ê ye.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder