28 Eylül 2011 Çarşamba

ÇÊLEK TIRKÎ NIZANE


Di wan demên ku li Tirkiye yê Azan bi tirkî tê xwendin. Li Agiriyê Cotkarek diçe meydana sewala (Heywan) dibêje ez ê ji xwe re çêlekekî bi kirim. Werhasilê kelam diçe meydanê li viyalî digere, li wiyalî digere, herî dawî çêlekekî diecibîne, xwe bixwe ji xwe re dibêje: wele ez ê vê çêlekê bikirim, ji ber ku çêlek gelekî pir rind bûye... Dema rind bala xwe didê golika wê jî heye. Lê cotkar qet golikê naecibîne, dibêje ez ê ji xwediyê çêlekê ra bêjim, ez dixwazim bitenê çêlekê bistînim bila golik ji te ra be.


Werhasilê kelam camêr diçe ba xwediyê çêlekê, jê re dibêje: Ezbenî, ez dixwazim vê çêleka te bi kirim, lê bila golik ji te ra be. Bihayê wê çi be ezê bidim te. 

Xwediyê çêlekê dibêje hay hay serçavê min, ji bo min qet ferq nake, çawa hebê dê yek jî were golikê bikire. Ew jî nebe ez ê golika xwe bibim malê, ez heya biharê wê xwedî bikim. Wê biharê  bi bihayê diya xwe here... Cotkar çêlekê distîne û  tevî çêlekê berê xwe dide malê. Lê çêleka reben dema ku ji golika xwe diqete dîn dibe, serêxwehiltîne û di nav sûk û kolanên Agiriyê de  direve, Cotkar dide pey û diqîre, dibêje: hooooo çêlê
Hooooo çêlê, Cotkar ji taqet dikeve û dibêje hey çêlekê Xwedê te ji min bistîne, ez wusa li pey te revîn îmana min çû, bêhn li min nema, ez fetisîm...
Cotkarê reben di dawiya dawîn de çêlekê digire lê çi şanse ku li wir çendirme derdikevin gazî cotkarê reben dikin û dibêjin:
Ûlan sen Kürtçemî konuşuyorsun? (kuro tu bi Kurdî diaxivî)

Cotkar dibêje: Hayir. Na.

Cendirme dibêje, qardaş İnek Türçe bilmiyor mu?
(na birayê cendirme çêlek tirkî nizane).

Nîhat Oner

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder