12 Eylül 2011 Pazartesi

BÎRANÎNÊN ME YÊN AGIRÎ

BÎRANÎNÊN ME YÊN AGIRÎ

Min bîriya 15 quruşa ve kirê kirina duçerxa (bisiklet) kir, duçerxên Eliyê duçerxvan 
Bîriya paytonên xemilandî û bikok. Bîriya qêranî Bangêrên (tellal) Ji boy zarokên wunda bûne qîr dikir kir. Dengê wan diçû ezmanan de dengdida.
Bîriya garên ga yên otantîk kir. Bîriya Hecî silo, Cemalê Xandar, Bîriya simbêl qeytanên pêşiya xana Almastê cixare dipiçandin kir.
Bîriya zarokên şev di nava kuçe û kolanan de çavgirtonek û lîstikên cûda dilîstin kir.
Bîriya dengên wan ên bi hêvî kir. Bîriya zarokên di hala zebzeyan de bi erebeyên sê teker ve kişandina bar kir.
Bîriya hemalan û qêrîna zebze firoşan kir, dengê wan deng dida her deverê.
Bîriya Kazoyê kevnefiroş (eskici) kir. Me tiştên kevn dibir difrote wî, bîriya bêhna qela wî kir.
Bîriya defa Derwêşê por dirêj kir. Digot xweda xweda û diqêriya.
Bîriya dengên ku pêşiya mizgefta meydanê kir. ew dengên ku digotin ji boy mizgeftê alîkarî, ji boy mizgeftê alîkarî. Bîriya hecî şamilê ku ji boy mizgeftê pere standina ji cambaza kir.



Bîriya feyzoyê garanvan, Xêcêya dîn, suloyê dîn tenzereyê parsekvan û bîriya niyazîyê kor kir, Niyazî her tim dibû endamê serbixwe û soz dida digot ezê behrê bînim agirî.
Bîriya di riya Cemêçeto de bar kişandina erebeyên ga kir. Bîriya soberî kirina zarokan kir, di ava avkevir, nadirava û tapê gijik de sewalên xwe bê xwedî dihîştin û diçûn diketin avê. Paşê kekê wan an jî bavên wan dihatin, zarokan dema ji dûr ve hatina wan didîtin di avê derdiketin û bi tazî û rût direviyan, min bîriya temaşekirina wan zaroken kir.
Xizm an jî nasê kîjan zarokê bihata, zarokên din hemûyan bi hev re wî re digotin kuro bireve bavê te hat wê te bikuje.
Bîriya di Germa havînê de firotina lîmonata û av firotina zarokên agirî kir. Hinek jî diqêriyan digotin: avasar, ava leylanê.
Bîriya hesso, bîriya hisso û bîriya edê kir. Bîriya feyziye bestenîfiroş (dondurmacı) kir.
Bîriya xalê îsayê ku bi 50 quruşî ve tayên orxanan difirot kir. Bîriya firinên laz an yên bi kevir kir.
Bîriya aşxaneya Kazo kir, bêhna donera wî hemû kolana cumhuriyetê hildida.


Bîriya ew bajarê ku mîna gundekî bû û herkesî hevûdu nas dikir kir. Her kesî her kes hezdikir û bi hevûdu re rêzdar bûn.
Di wî bajarê sar û xizan de bi hêviyên mezin ve benda rojên pêş bû herkes.
Bîriya di qada bi morî de gog lîstina zarokan kir. Bîriya baxçeyê arif kaya, aşê kopqiran.
Bîriya di taxa kibo, taxa bilîs û taxa teyyare de xwedî kirina kewan kir.
Bîriya holîk (bilye) lîstinê kir. Bîriya sînemaya Aksoy kir. Me notirvanê (bekçi) sînemayê dida axaftinê
hevalên me bi dizî diketin sînemayê. Bi kurtasî ez gelekî bîriya wî bajarî dikim.

Agirî Ararat (N.ö)

13.09.2011


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder