2 Eylül 2011 Cuma

Berê di sûk û kolanên Agirî û navçeyên wê de wuha dihat gotin:

Eskiden Ağrı ve bazı ilçelerinde su satan çocuklar böyle bağırıdılar:

Yek diqarî:

Av a sar, av a bûzê
Ketiye nava kûzê
Hatiye vê dûzê
Ware, tasek av a sar bixwe ji kûzê!..

Ewê din didomand:

Ava sar, ava leylanê
Ketiye çaydanê
Hatiye meydanê
Ka ew mêrê vê ava sar bixwe kanê?

Gotinên zaroktiya me, ji sûka Agirî, Bazîdê û navçeyên din. Ka îro çend kes hay jê heye?
Hey felek (bindestî)! Te ji jiyana me ya xwerî (orîjînal) çi hîştiye?
Neviyên Ehmedê Xanî îro bi zimanên biyanî têne şîrevekirin, mixabin...

Mehmet Ozer

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder